科研速览 · Science Skim继续刷下去 · Keep skimming →
◆ MUKADDİME2026-07-31· Bismuth

Di dîwana Feqîyê Teyran da Mirin û Taybetîyên wê

Osman ASLANOĞLU

原始摘要(英文原文)· Original abstract
Fikra mirinê di gelek bawerîyan da mijareke bingehîn e. Îslam jî wek dînên din li ser vê mijarê gelek disekine. Ji ber vê giringîya mijarê, kesayetên dînî berê xwe didin dinyaya din û li alemê bi vê nêrînê dinirxînin. Fikra mirinê ji bo mirovan tirsnak be jî bi taybet bo ehlê tesewwûfê mirina bi muhebbet û hezkirina Xwedê amanc e, kêf dide wan û ev mirin nîşana fedakarî û hezkirinê ye. Di wêjeyê da jî helbestvan herî zêde behsa êş û mirina di rêya hezkirîyê da dikin. Fedakarîya di rêya yarê da tiştê herî giring e. Derbasbûna ji canê xwe bo canan amanc e. Helbestvan bo nîşandana vê hezkirinê, behsa fedakarîya ji nefsa xwe, rûhê xwe, bedena xwe, can û hebûna xwe dikin. Mijara xebata me Feqîyê Teyran jî di dîwana xwe da wek helbestvanên din gelek behsa mirin û fedabûna bo yarê dike, li ser vê mijarê gelek şibandinan bi kar tîne û li ser alîyên cuda yên mirinê disekine. Di her dera dîwanê da ev mijar bi ber çavan dikeve. Lê me xebata xwe bi hin bêje û têgehên berbiçav ve sînordar kir û li dor wan bêjeyan alîyên mirinê di çavê Feqî da derxistin holê. Bi vê xebatê em dibînin ku Feqî li ser têgehên bingehîn ên bi mirinê ra têkildar rawestîyaye, unsûr û sembolên îslamî û tesewwûfî gelek bi kar anîne.
读原文 · Read the paper ↗

AI 追问PRO

登录后使用 AI 追问

讨论区

登录后参与讨论

相关论文 · Related

Di dîwana Feqîyê Teyran da Mirin û Taybetîyên wê — 科研速览 Science Skim