گۆڤارا ڕۆژهەلاتا ناڤەڕاست یا زانستێن جڤاکی

Jinên Bê Cih Û War: Di Koçberiya Zordarî Li Bakurê Kurdistanê De Rewşa Jinan

Elif Gemicioğlu Yaviç, Leyla Çakır

Key points

From the paper's conclusion
  • Lêkolîn li ser Kurdên li Bakurê Kurdistanê di salên 1990 û 2015ê de, koçberiya bi zordarî û taybet li ser rewşa jinan hatiye kirin.

Abstract

Di salên 1990 û 2015an de li Bakurê Kurdistanê, koçberiyên bi zordarî di jiyana civakî, çandî, aborî û derûnîya Kurdan de guherînên mezin pêk anîn. Di wan pêvajoyan de jin ne tenê wekî kesên ku ji cih û warên xwe bezirkirine bandor bûne; jinan di heman demê de barên malbatê, yên zarokan, xizanî, civakî jî hilgirtine, di heman demê de qadên ewlehiyê, ziman, çand û jiyana civakî û nasnameyên xwe bezir kirine. Ew angaşte bi gellek materyalên nivîskî, makale, tez û bi raporên saziyên sîvîl ve tê piştrastkirin. Lêkolîn li ser Kurdên li Bakurê Kurdistanê di salên 1990 û 2015ê de, koçberiya bi zordarî û taybet li ser rewşa jinan hatiye kirin. Di encama wê koçberiyê de astengî, zor û zehmetiyên jinan jiyane, hatine dîtin û bandora wan ya li ser jiyana jinan çiqas zirar daye wan (Ji hêla bişaftin, nasname, derûnî, tenduristî, aborî û hwd.) hat tespîtkirin. Wekî encam koçberiyê Kurd, hem ji alîyê fîzîkî, hem ji aliyê nasname, çand, ziman, tenduristî û derûniyê ve gellek texrîbatan re rû bi rû hêlane. Ji bo ku bandora koçberiyê ya neyînî ji holê rabe yan jî kêm bibe, pêdivî bi hin sazî, dezgeh, qadên perwerdehiyê yên civaknasî û derûnînasiyê û tendirûstiyê derket holê. Di heman demê de pêdivî bi yekgirtina her çar aliyên Kurdistanê yên ku bi heman koçberî û derûniyê re rû bi rû mane, dîtiye. Her wiha ji bo di civakê de aşitiyeke mayînde pêk bê û civakeke aram bê avakirin divê dewlet bi wê rastiyê re rû bi rû bimîne û çareseriyan pêk bîne.

Read the paper

Discussion

Science Skim's AI key points, plus readers' public thoughts

Readers' thoughts

No reader thoughts yet.

Related papers